YPG’ê nasnameya şehîd Mazin El Şêx eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe ragihand.
YPG’ê diyar kir ku Mazin El Şêx di encama qezayekê de birîndar bûbû û tevî mudaxeleyên bijîşkan jî li nexweşxaneyê şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Hevrê Mazin ê li Dêrazorê erk û peywira xwe pêk dianî, di 16’ê Çileya 2024’ê de di encama qezayekê de bi giranî birîndar dibe.

Ji bo dermankirina hevrêyê me li nexweşxaneyê tê razandin lê di 29’ê Çileya 2024’an de tevî hemû mudaxaleyên bijîşkan jî hevalê me şehîd bû.

“Ji bo jiyaneke azad û wekheviya biratiya gelan têkoşîn kir”

YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha bahsa têkoşîna şehîd Mazin El Şêx kir:

“Hevrêyê me Mazin ji pêkhateya Ereb a ji bajarê Hamayê hatiye dinê.

Fikra ku hemû neteweyan hembêz kir û ji bo jiyaneke hevpar ava bike têkoşîn da meşandin.

Barê şoreşê ku dikeve ser milê her welatiyekî ku li ser vê axê dijî, radike.

Hevrê Mazin heya şehîd bû jî ji bo jiyaneke azad û wekheviya biratiya gelan têkoşiya.

Emê têkoşîna hevrê yê xwe bi welatek azad tacîdar bikin.

Em di serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Mazin û tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza ku me daye şehîdan, heta dawiyê pabend bin û armanc û xeyala wan dê teqez pêk bê.”

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:

Nasnav: Mazin Şêx
Nav û Paşnav: Mazin El Şêx
Navê Dayikê: Rena
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 29 Çile 2024

Back to top button