TAJÊ: PDK bi hemû hêza xwe piştgiriya dijminê gelê Kurd dike

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk re şermezar kir û hate gotin;
“Ji ber PDK xwedî aqilê îxanetê ye, ti hêviyek Gelê Kurd jê nîne.
Divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî vê xiyanetê rabe ser piyan.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Li cihê daxuyani yê berdevka koordinasyona TAJÊ Rîham Hiço axivî.

Rîham Hiço di destpêka axaftînê xwe de wiha got:

“PDK dîrokek ya avabuna xwe heye, lê ev dîrok tev bi îxanet û xwefiroşiyê tijî ye.

Tu caran PDK weke navê xwe nebûye, hertim li dijî gelê xwe û xizmet karê dijminê xwe bûye.”

Rîham Hiço: PDK’e hebûna xwe li ser îxanetê dide meşandin

Rîham Hiço di dewaman axavtinê xwe de got PDK’e hebûna xwe li ser îxanetê dide meşandin û doman:

Em dibêjin PDK bi hemû hebûna xwe ve bûye îxanetkar, ji bo wê bi her awayî bi dijminê Kurdan re êrişan li dijî me pêk tîne.

Êrişên ku li dijî Şengalê jî têne kirin, em baş dizanin ger ne ji îxaneta PDK’ê be wê dewleta Tirk nekare evqas êrişan bîne ser me.

Rîham Hiço di dawiya axaftinê xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember vê îxanetê rabin ser piyan.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan’ û ‘Bimire Xiyanet’ bi dawî bû.

“Divê em li hember tevkariya PDKˊê ya bi Tirkiyeyê re bisekinin”

Back to top button