Di çalakiya Hêzên Rizgariya Efrînê ya dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker ya li Ezazê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 9 leşker jî birîndar bûn.
Her wiha li navçeya Şera ya Efrînê jî balafireke dewleta dagirker hat xistin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li Ezaz û herêma Efrînê çalakiyên bersivdayînê li dar xist.
HRE’yê têkildarî çalakiyên bersivdayînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha hate gotin:
Bi hinceta çalakiya li Enqereyê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyê dest pê kirin û heya niha jî dewam dikin.
Di serî de cihên xizmetguzariyê, hemû cihên pêdiviyên jiyanî û bi taybetî jî gelê me bû hedefa êrişên balafiran.
Tevî êrişên domdar yên li dijî herêmên me, 5’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe zêdetir kir.”
HRE’yê diyar kir li hember êrişan hêzên wan jî çalakiyên bersivdayînê lidar xistin û ev agahî parve kir;
5’ê Cotmehê hêzên me li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a Dabiq ya girêdayî bajarokê Ezazê, çalakiyeke taybet lidarxistin.
Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 9 leşkerên dagirker jî bi giranî birîndar bûn.
Di heman demê de jî maşîneyek û baregeheke dijmin derb xwar.
Di heman rojê de li gundê Şewarxa yê navçeya Şera a Efrînê jî balafireke bêmirov a artêşa Tirk hate xistin.”
Dagirkeriya Tirk bi dehan stasyonê avê, kehrebe û petrolê kir armanc