”Em di rakirina tecrîdê û daxwaza azadiyê de bi israrin”

Parêzera Rêber Apo, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan û Zubeyde Gulsul diyar kirin ku komploya navdewletî herî zêde bandorê li jinan dike lê belê jinan bi têkoşîna azadiyê komplo pûç kirine. 

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya pêngava bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” bi şêniyan re civiyan.

Parlementera Partiya Çep a Kesk Newroz Ûysal Aslan axivî û bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û wiha got:

Bi salane kesên ku vî şerî didine hatine guhertin lê siyaseta wan a cîhanî nehatiye guhertin.

Di Rojhilata Navín de kesayetên wekî Rêber Apo dibêjin ku em vê pergala şer qebûl nakin.

Tu caran qasî vê demê em nêzî azadiyê nebûne û tu dema qasî niha li ser me êrîş çênebûne.

Em çiqasî nêzî azadiyê bibin êrîşên wan ewqas zêde dibin.

Emê di rakirina tecrîta girankirî ya li Îmraliyê û di daxwaza azadiyê de bi israr in.

Civîn bi nirxandin û pêşniyarên jinan bi dawî bû.

“Wê jin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî komplo pûç kirin”

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad Emîne Înan derbarê komploya li dijî Rêber Apo de nirxandin kir.

Emîne da zanîn ku ji roja komployê heya niha tevahiya Rojhilata Navîn û Tirkiyî di nava şer de ye û herî zêde jî jin û zarok ji vê konsepta şer bandor bûne û wiha domand:

“Li Tirkiyê, Kurdistan, Rojhilat, Rojava û Ewropayê êrîşî paradîgmaya jin kirin

Jin bi komployê re re rû bi rû man.”

Di pêvajoya komployê de dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ qet bêdeng nebû.

Tevî hemû zextan û êrişên faşîzmê jî jinan dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadiyê’ bi ruh û can kirin.

Emîne Înan da xiyakirin kir ku komplo ne gihiştiye armanca xwe ji ber wê yekê îro dewleta tirk tecrîdeke giran li dijî Rêber APO pêk tîne û wiha bi dawî kir:

”Wekî alternatîf tecrîdê xistin dewrê , lê gelan û jinan komployê pûç kir.”

” Komplo li ser hemû jiyanê ye”

Her wiha Aktîvîsta TJA’yê Zubeyde Gulsul jî diyar kir ku Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, komploya ser hemû jin û jiyanê û got:

“Ev komplo li dijî jin, zarok, ekoloji û li ser hemû qadên jiyanê ye”

Zubeyde di dawiyê de bang li hemû gelan kir ku li dijî tecrîd û komploya li dijî Rêber apo bêdeng nemînin û têkoşîna azadiyê bikin.

Back to top button