KJK’ê bi wesîleya salvegera Komloya Navnetewî daxwiyaniyek da

Koordînasyona KJK’ê jî bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo daxuyaniyek da.
KJK’ê bang kir ku bi ruhê seferberiyê li her qadê têkoşîn were geşkirin.

Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da û got:

“Komploya navneteweyî kete sala 26’an.

Sîstema kapîtalîst a cîhanê 25 sal in di şexsê Rêber Apo de bi her cure rêbazan şerê taybet dimeşîne.

Hêzên komploger ên navneteweyî hêza paradîgmaya demokratîk, fêm kirine.

Ew dizanin eger paradîgma pêş bikeve wê rijandina xwînê bi dawî bibe.

Ji ber vê li dijî Rêber Apo lîstikên qirêj pêk anîn.”

KJK: Sedema tecrîdê ewe ku jin bi ramanên Rêber Apo ronî bûne

KJK’ê diyar kir ku Komploya navneteweyî ya bi armanca tinekirina Rêber Apo û têkoşîna wî dest pê kir û wiha domand:

“Ji ber ku Rêber Apo di cewher de bûye Rêberê her kesî komplo li ser vê esasê vala derket.

Rêber Apo jin ji bindestiya mêr a ku ji bo domandina pergala xwe weke kole bi kar tîne rizgar kiriye.

Bi vî awayî vê mekanîzmaya ku li ser koletiya jinê dixebitîne, heta binî hilweşandiye.

Sedema herî mezin a tecrîda îro jî didome ew e ku jin bi ramanên Rêber Apo ronî bûne.”

KJK: Armanca komplo tinekirina paradîgmaya azadiya jinê ye

KJK’ê bi berdewamî eşekere kir ku komploya navneteweyî armanca wê tinekirina paradîgmaya azadî û jinê ye û got:

Komploya navneteweyî û zîhniyeta ku li ser esasê wê hatiye avakirin.

îro bi têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo ku 25 sal in di bin sîstema êşkenceya Îmraliyê de tê ragirtin vala hatiye derxistin.

Di serî de jin, ciwan, kedkar û xebatkar, bindest û hemû gelên cîhanê fikrên Rêber Apo pejirandine.

Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê xwe dikin têkoşînê geş bikin û ji bo bicihanîna wê bi dil û can bixebitin.

PKK: Berxwedana dîrokî ya 25 salan koplo pûçkir

Back to top button