Bi slogana “Bi têkoşîna 1’ê Gulanê em berxwedana gelan silav dikin”, Yekitiya Kedkaran a TEV-DEM’ê li Hesekê şahiyek li darxist.
Şahî li qada Suryan a taxa Nasira ya bajarê Hesekê hate li darxistin, bi sedan kes tev li şahiyê bûn.
Hevserokê Yekitiya Kedkaran a Kantona Hesekê Kemal Elî bi boneya rojê daxûyanî da û diyar kir ku ew weke kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo jiyaneke bi rumet, başkirina rewşa jiyanî, bo avakirina civakeke demokratîk û azadî wê têkoşîna xwe bilind bikin.
Piştre hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî, ev roj li tevahî karkerên cîhanê pîroz kir û têkoşîna wan a li hember zilm, înkarkirin û desthilatdariyê silav kir.
Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî jî diyar ki ku ew li hemberî pergala kapîtalîst ji bo destkistina mafê karkeran têdikoşin.
Şahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.