KNK: Li hemberî dagirkeriyê em biherikin qadên 1’ê Gulanê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê li hemû kedkar û karkerên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

KNK’ê balkişand xeteriyên li ser destkefiyên kurdan û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Her wiha Desteya Rêveber a Şengalê jî cejna kedkaran pîrozkir û teqez kir ku dem hatiye raya giştî ya cîhan û Iraqê jî xwseriya Şengalê bipejirîne û rêzê li keda civaka êzidî bigre.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi daxûyaniyeke 1’ê Gulanê li hemû kedkaran pîroz kir, balkişand li ser êrişên destkeftiyên kurdistanê û got:

Ev du heftiye dewleta Tirk a dagiker bi hemû derfet û hêza xwe êrîşê herêmên Zap û Avaşîn dike. Li van herêman şerê giran rû dide.

Mixabin gelê kurd vê rojê di nav şer de pêşwazî dike.

Ev şer netenê li dijî gerîlaye.

Ev êriş li hemberî hemû Kurdan û destkeftiyên Kurdan in.

Destkeftiyên Kurdan di xeteriyê de ne.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû Kurdan kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê biherikin qadên 1’ê Gulanê û hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeriyê nîşan bidin

Desteya Rêveber a Şengalê: Dem dema xweseriya Şengalê ye

Desteya Rêveber a Şengalê jî bi boneya rojê peyamek weşand.

Desteyê cejna karkeran li hemû karker û kedkaran pîrozkir û got:

“Bi sedan sale civaka Êzidî ji bo jiyanek azad û parastina axa xwe ya pîroz, kedek mezin dide, êdî dem hatiye rêz li vê kedê were girtin

Ji dema fermana 3 Tebaxê ve, ciwanên me û gelê me bi giştî kedek mezin dane.

Dem hatiye raya giştî ya cîhan û Iraqê jî xwseriya Şengalê bipejirîne û rêzê li keda gelê me bigre.

Back to top button