Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geîr Pedersen diyar kir ku çalakiyên tundiyê yên dewleta Tirk cihê fikaran e.
Geîr Pedersen derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê got :
“Agahiyên bi fikar ji me re tên ku li Bakur rojhilatê Sûriyeyê tundî zêde bûye .
Dewleta Tirk êrîşî binesaziya sivîl dike ku dibe sedema mirina mirovan.”
Pedersen di dewamê de da zanîn ku êrîş rê li ber têkoşîna li dijî terorîzmê asteng dike û wiha dewam kir :
”Êrîş li dijî biryarên Sûriyeyê yên bi hejmara 2254’an ên sala 2015’an ên Konseya Ewropayê ye”
Pedersen berpirsyariyên aliyan bi bîr xist û xwest ku dawî li êrîşên li ser sivîlan û cih û warê sivîlan bê anîn.