160 kesên din li Girê Spî hatin bicihkirin

Ji dema dagirkirina Girê Spî ve bi dehan malbatên çeteyên ji kampa Eyn Îsayê reviyan.
Li Girê Spî li malên şêniyên ku bi darê zorê hatine koçberkirin, hatin bichikirin.
Herî dawî jî di nav de 16 iraqî, 160 kesên din li kantona Girê Spî ya dagirkirî hatin bicihkirin.

Li gorî çavkaniyên xwecih:

Dewleta Tirk , di nav de 16 Iraqî, bi giştî 160 penaberên din li girê spî bicih kirin.

Dewleta Tirk ew di deriyê sînor ê Girê Spî radestî çeteyên “polîsên leşkerî” kirin .

Da ku wan li malên koçberan werin bicihkirin.

Bi vê yekê, hejmara kesên ku di vê mehê de li Girê Spî hatine bicihkirin bû hezar û 520 kes.

Hejmara iraqiyên ku di 3 mehên dawîn de derbasî Girê Spî hatin kirin bû 41 kes.

Ji destpêka Nîsana îsal ve heta niha 26 hezar û 500 kes ber bi Girê Spî ve hatin derxistin.

Dewleta Tirk beşeke din a penaberên Sûriyê ber bi Girê Spî ve şandin

Back to top button