Li Sîcîlya bêtirî 800 koçber hatin rizgarkirin

Li nava Derya Spî careke din koçber bi mirinê re rûbirû man.
Keştiya saziyeke civakî ya Alman bêtirî 800 koçber ji nava deryayê xelas kirin.
Her wiha keştiya Ocean Viking jî li bendergehekê digere ku karibe zêdeyî 300 koçberan lê peya bike.

Koçberên ku li qada Trapanî ya Sîcîlyayê asê mayên hatin rizgarkirin.

Bêtirî 800 koçberên li benda alîkariyê bûn, wê ji bo 2 keştiyan werin veguhestin..

Xebatkarên Xaça Sor alîkarî dan koçberên ku ji keştiya Sea Eye 4.

Keştiya Sea Eye ya saziyeke civakî ya Alman e.

Xebatkarên “Save the Children” ragihandin ku ji wan re hatiye gotin derdora 170 zarok di keştiyê de hene.

Lê hîna zlela nekirine ku çend ji wan bi malbata xwe re ne, çend jî bi tenê ne.

Sea Eye 4 ku roja pêncşemê 400 kes ji keştiyeke noqîbûyî rizgar kir, her wiha beriya rojekê jî 400 kesên din rizgar kiribû.

Rêxistina civakî ya Alman bi daxuyaniyekê ragihand ku rêxistineke mirovî gelek alavên alîkariyê yên xwarin û betaniyeyan gihandiye keştiyê.

Her wiha banga gelek saziyên alîkariyê hatiye kirin ku koçber peya bibin.

Piştî testên Covid-19 mirovên ku pirsgirêka wan a tenduristiyê nîne wê li keştiyên ku ji bo tedbîrên taybet hatine amadekirin di karantînayê de bêne hiştin.

Di vê navberê de keştiya Ocean Viking a ser bi SOS Mediterranee jî ji bo danîna zêdeyî 300 mirovên rizgarkirî ji doh ve li bendergehekê digere.

SOS Mediterranee doh bi rêya Twitterê daxuyaniyek da û got,

“Bi nebaşbûna şert û mercên hewayê re tê payin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên 306 kesên li keştiyê zêdetir bibin.”

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê sala 2020’î nêzî 30 hezar kes, ji destpêka vê salê ve jî nêzî 55 hezar koçber gihîştin Îtalyayê.

Back to top button