DEM Partî ji bo diyarkirina namzetan pêşhilbijartin li dar xist

DEM Partî ji bo diyarkirina namzetên hilbijartina şaredariyan li gelek bajaran pêş-hilbijartin li dar xist.
Gelê ku berê xwe da ser sindoqan, dengê xwe dan û bernamzetan jî xwe dan nasîn.
Welatî û namzetan ji ber lidarxistina vê yekê spasiyên xwe pêşkeşî her kesê kirin û gotin: “Em ê şaredariyên xwe ji qeyûman xelas bikin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî ji bo diyarkirina namzetên xwe sindoq danîn.

Beriya hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31’ê Adara were lidarxistin, DEM Partî pêşhilbijartin li dar xist.

Di vê çarçoveyê de li Wan û bajarên Serhedê li gelek navendan sindoq hatin danîn.

Gelê ku di saetên serê sibê de berê xwe da cihên sindoq lê hatine danîn, dengê xwe dan.

Li Wanê, li 13 navendan sindoq hatin danîn.

Yek ji navçeya ku hejmara delegeyan lê herî zêde Rêya Armûşê, gel berê xwe dan ser sindoqan.

Tevî barîna berfê jî bi hezaran kes ji taxên navçeyê berê xwe dan eywanên ku sindoq lê hatine danîn.

Piştî avakirina dîwanê û rêzgirtinê ji bo bernamzet xwe bidin nasîn 5 deqe mafê axaftinê dan wan.

“Em ê şaredariyên xwe ji qeyûman xelas bikin”

Delegeyan diyar kirin ku bi biryara partiya wan wergirtiye keyfxweş in û anîn ziman wê bi hilbijartina namzetê xwe, şaredariyan ji qeyûman xelas bikin.

Welatiyên ji bo dengdayînê hatibûn jî spasiyên xwe pêşkeşî her kesê kirin û gotin:

“Hatina me ya vê derê ew e ku em şaredariyên xwe ji qeyûman xelas bikin.”

Şirnex-Ji bo 740 delegeyan sindoq hatin danîn

Li Şirnexê jî li eywana konferansa partiyê ji bo 740 delegeyan sindoq hatin danîn û pêşhilbijartin li dar ket.

Delegeyan di seatên serê sibehê de berê xwe dan partiyê.

Piştre li dîwana hatiye avakirin endamê Meclîsa DEM Partiyê Ahmet İstek axivî.

“Em bi demokrasiya herêmî ber bi azadiyê ve dimeşin”

Îstek, giringiya hilbijartinê anî ziman û got:

“Em bi demokrasiya herêmî ber bi azadiyê ve dimeşin.

Em di dîroka siyasî ya cîhanê de zemîneke nû ava dikin.”

Îstek, diyar kir di encama demokrasiyê de ewê ji tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo re jî bibin bersiv.

Li bajarê Mêrdînê jî li 10 navçeyan sindoq hate danîn

Ji bo diyarkirina namzetan li bajarê Mêrdînê jî li 10 navçeyan sindoq hate danîn.

Wê bi dengdayîna gel namezetên Hevşaredarên Bajarê Mezin û 7 navçeyan û endamên meclîsa şaredariyê bên diyarkirin.

Berdevka DEM Partî Ayşegul dogan civîna çapemeniyê lidarxist

Back to top button