ÇALAKIYA LEYLA GUVEN BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKE

113 roj in bi îradeyeke xûrt û biryardariyeke mezin Leyla Guven li ber xwe dide.

Sabîha Temîzkan, keça Leyla Guven; diyar kir ku diya wê ji bo daxwazeke qanûnî di greva birçîbûnê de ye û got:

Her kes li cihê ku lê ye bila dengê xwe bilind bike.

Eger îro em ne-axivin , sibê ku em biaxivin jî tu wateya wê nîne

Berxwedana li dijî tecrîdê ku bi pêşengiya Leyla Guven destpêkiriye, bi biryardarî dewam dike.

Berxwedana Leyla Guven, di roja 113’an de ye.

Leyla Guven tevî hemû astengiyan jî di dewama çalakiya xwe de bi israr e .

SEBÎHA TEMÎZKAN: HER KES BILA DENGÊ XWE BILIND BIKE

Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan ku tim li cem dayika xwe ye li ser çalakiya dayika xwe û rewşa wê ya tenduristiyê pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivandin.

Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan li ser rewşa diya xwe ev agahî dan:

Dayika min nikare pir razê. Serê sibê pir zû hişyar dibe.

Bi rastî jî tenduristiya wê pir xerab e. Bi piranî li ser doşekê dirêjkirî ye.

Li aliyekî bi coş e, li aliyekî bi meraq e. Hemû kesên di greva birçîbûnê de meraq dike.

Sabîha Temîzkan çalakiyên greva birçîbûnê nirxandin û ev tişt anî ziman:

Her kes cihê ku lê ye bila dengê xwe bilind bike.

Ji her demê bêtir pêdivî bi vî dengî heye. Eger îro em neaxivin sibê em biaxivin jî tu wateya wê nîne

Leave a Reply

Back to top button