Ciwan Mele Eyûb: Tirkiyê dixwaze herêmê dagir bike

Hevserokê Meclisa Til Temirê Ciwan Mele Eyûb dibêje tevî êrişên Tirkiyê yên zêde jî dîsa xelk bi erdê xwe ve girêdayî ne.

Mele Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk ji dema ku herêma Serêkaniyê dagir kiriye, şerekî rasterast li dijî gelê herêmê dimeşîne.

Ciwan anî ziman ku armanca Tirkiyê ji van êrişan ew e ku herêmê ji niştecihên wê vala bikin û dagirkirina wê hêsan bikin.

Her wiha da zanîn ku tevî êrişan, şêniyên herêmên nêzî eniyên şer dev ji xaka xwe bernedane û li hember êrişan li berxwe dide.

Hevserokê Meclisa Til Temirê bêdengiya hêzên Rûsya ya li hember van êrişan jî şeremezar kir.

Mele Eyûb bang li Rûsya û hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û rê li ber sûcên Tirkiyê bigirin.

Back to top button