Komeleya Ronakbîrî û Hişyarî ya Kurdistanê hat raghandin

Komek mamostayên zanîngeh û pisporên di warên cûda de, bi daxuyaniyekê avabûna Komeleya Ronakbîrî û Hişyarî ya Kurdistanê ragihandin. 

Di saetên êvarê de li Silêmaniyê bi daxuyaniyek çapemeniyê avabûna Komeleyê hat ragihandin.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Mamostayê Zanîngehê Hêmin Qasim ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

” Ji ber rewşa Kurditanê ku tê de ye, me wek komek kesayetên vî welatî, pêwîst dît ku dît ku em bi hevre li dora yek projî kom bibin û me gavek bi vê rengî avît.”

Hêmin Qasim da zanîn armanca avakirina Komeleyê parastina berjewendiyên gel û nîştimane.

Back to top button