Kobanê-Li dijî tecrîdê komxebatek hate lidarxistin

Di nava rêzeçalakiyên pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ Kongra STAR ya herêma firatê komxebatek derbarê tecrîdagirankirî ya li dijî tecrîda li ser rêber Apo de li Kobanê li darxist.

Bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” Koordînasyona Kongra STAR a herêma Firatê civînek li navenda Meclisa Lihevanînê ya herêma Firatê ya Kobanê li darxist.

Axftina vekirina komxebatê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra STAR Zozan Bkir ve hate kirin.

Zozan Bekir di axaftinên xwe de balkişand ser zordariya li dijî jinan hatî destpêkirin.

Komxebat li ser du beşan bû.

Beşê yekem: Rastiya rêber Apo ji aliyê mamoste Narîn temo ve hat pêşkêşkirin

Beşa duyem: Serok û jin bû, ji aliyê mamoste Peyman Elûş ve hate pêşkêşkirin

Di dawiyê de li ser dirêjkirina tecrîda li dijî rêber Apo hate nîqakirin.

Jinên Ciwan: Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bikin

Back to top button