Şandeyek Fransî soza piştevaniya herêmê da, û hin zarokên DAIŞ’î wergirt

Şandeyeke Fransî ya payebilind serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û piştgiyara xwe bi herêmê re nîşan da. Şandeyê her wiha hinek zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên xwedî nasnameya Fransî jî, ji Rêveberiya Xweser wergirtin.

Şandeyek Fransî hemwextî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Eyn Eyn Îsa û Til Temirê serdana herêmê kir.

Şandeya Fransî 11’ê Çileyê, bi serkêşiya gerînendeya Beşê Piştgirî û Aloziyan a Wezareta Derve ya Fransayê, balyoz Yeric Chevalier bi hevserokatiya Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

Mijarên sereke ya şandeyê, êrîşên dewleta û gefên wê yên dagirkirina herêmê û sûcên li herêmên dagirkirî bûn.

Li kêleka êrîşan jî, xeteriya kampa Holê ku bûyerên kuştinê lê zêde bûne û bûye dosyayeke bigirêk, hat gotûbêjkirin.

Berî çend rojan, li kampê çeteyekî DAIŞ’ê êrîşî Hêzên Asayîşê kir û di encamê de endamekî hêzê şehîd bû û û çete jî hat kuştin.

Yeric Chevalier anî ziman ku ewlehiya herêmê ji bo Ewropayê gelekî girîng e û got:

“Fransa tev li nîqaşên ku bi Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê re pêk tîne, bû.

Ji bo têkildarî kampa Holê û perwerdekirina zarok û jinan kar bikin û kesên ji terorê zirar dîtine, destek bide wan.

Fransa wê bi roleke erênî rabe, nemaze piştgiriya herêmê di gelek dosyayan de mîna diyaloga Kurdî-Kurdî û projeyên sepandina ewlehiyê li herêmê.”

Tê zanîn, di dawiya sala 2019’an de, Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê û darizandina DAIŞ’ê, bi Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê re peymanek pêk anîbûn.

Ji bo Corona jî, Chevalier destnîşan kir ku Fransa wê hewl bide aşleyên vîrûsa Corona bigihîne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hevserokê Buroyê Ebdulkerîm Omer jî piştrast kir ku divê hevkarî, koordîneya têkildarî têkoşîna li dijî terorê û pêşxistina têkiliyên siyasî di navbera herdu aliyan de bidomin.

Di dawiya serdanê de, hinek zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên xwedî nasnameyên Fransî, li gorî belgeyeke fermî radestî şandeya Fransî hatin kirin.

Back to top button