Idlib..Çeteyên Tirkiyê dest datînin ser mal û dêrên xiristiyanan

Çeteyên dewleta Tirk heman senaryoya ku li Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî dikin, li navenda xwe ya sereke Idlibê jî, dest datînin ser malên Xiristiyanan û malbatên xwe tê de bi cih dikin. Her wiha dêrên wan jî kirine navendên fikirê tundrew.

Navenda sereke ya terora dewleta Tirk li Sûriyê.. Idlib

Çeteyên dewleta Tirk li çi devera ku lê bin, heman siyasetê dimeşînin û niha malên Xiristiyanan vala dikin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên Tirkiyê li bajarê Ciser El-Şixûr û li gundên El-Qenya û El-Yeqûbiyê yên li rojavayê gundewarên
Idlibê, malbatên xwe li şûna malên Xiristiyanan bi cih dikin.

Li gorî Çavdêriyê, heta niha derdora hezar malbat li deverên navborî hatine bicihkirin.

Navendê her wiha diyar kir ku ji bilî malan, dêrên li herêmê jî veguherandine navendên ola Îslamî û tê de firkirê tundrew û terorîst didin.

Jimara Xiristiyanên ku ji malên xwe hatine derxistin jî, derdora 500 kesî ye.

Zêdeyî 11 hezar maşîne û 10 hezar leşkerên Tirk hatine bicihkirin

Li aliyeke din û li gorî heman çavkaniyê, artêşa dewleta Tirk hema bi awayekî rojane maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê dike.

Li devera qaşo “bêçek”, ji destpêka agirbesta meha Adarê û heta niha, zêdeyî 11 hezar maşîne û 10 hezar leşkerî li Idlibê hatine bicihkirin.

Di heman dema şandina çekan de jî, dagirkeriya Tirkiyê ji hin baregehên xwe yên li Hemayê vekişiyaye û yên li Idlibê zêde dike.

Back to top button