Mike Pence çalakkirina benda 25’an a dûrxistina Trump red kir

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence çalakkirina benda 25’an a vederkirina Donald Trump red kir.

Mike Pence duh bi nameyekê Seroka Encumena Parlamenteran Nancy Pelosi agahdar kir, ku dûrxistina Trump bi destûrê re nagunce, her wiha ne di berjewendiya Amerîkayê de ye.

Tevî redkirina Pence, Encumena Parlamenteran bi 220 dengan bang li yê dawî kir ku benda 25’an çalak bike.

Li aliyekî din, YouTube jî piştî Twitter, Facbook û Instagramê; dîmenekî ku Trump belav kiribû qedexe kir, her wiha heta hefteyekê, Trump ji barkirina dîmenan bêpar kir.

Back to top button