Erdogan ji ber şerê li dijî PKK’ê pesnê PDK’ê da û gef li YNK’ê xwar

Serokomarê rejima faşîst yê Tirkiyê Erdogan di vegera li Misirê de careke din gef li YNK’ê xwar.
Erdogan ji ber piştgiriya wan ya di şerê li dijî PKK’ê de pesnê PDK’ê da û diyar kir tevî ku wan gelek caran hişyarî kiriye jî lê YNK bi PKK’ê re têkiliyên xwe didomîne.

Serokomarê rejima faşîst yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku ji Misirê vegeriya têkildarî êrişên xwe yên dagirkirina başûrê Kurdistanê axivî.

Erdoganê ku di balafirê de pirsên rojnamevanên alîgirên xwe da gef li Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê- YNK’ê xwar.

Erdogan bi bîr xist ku di demên dawiyê de Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahim Kalin serdana Iraqê kirine û bal kişande li ser hevkariya PDK’ê ya di şerê li dijî PKK’ê de.

Erdogan da zanîn di şerê li dijî PKK’ê de wan bi rêveberiya Hewlêrê re asta xebatên xwe zêde kirine û wiha got,

“Lê Silêmanî ango YNK, tevî ku me gelek caran ew hişyar kirine jî, mixabin têkiliyên xwe yên bi PKK’ê re didomînin.”

Erdogan civîna bi Mesrûr Barzanî ku li Dûbaî pêk anîn bibîr xist û diyar kir di hevdîtinê de wan li ser vê mijarê niqaş kirine û hişyarî kiriye û got,

“Divê kes ji me li benda sekneke cuda nebe, em ê bertekên pêwîst nîşan bidin û gavên ku ji destê me tên bavêjin.

Mijar dema ewlekariya me be çi bê xwestin em ê bikin.

Ger armanc dijminatiya li dijî me be, berteka ku em nîşanê wê bidin jî heye.”

Back to top button