Welatiyên Hesekê: PDK xiyanetê li doza Kurdan dike

Welatiyên Hesekê li hember tevkariya PDK′ê û dewleta Tirk a dagirker a di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bertekên xwe nîşan dan û gotin:
”Tevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re xiyaneta li dijî doza Kurd e.”

Welatiya bi navê Ezîze Hisên da zanîn ku her kes dizane hêzên Gêrîla berxwedaneke dîrokî li çiyayên Kurdistanê didin meşandin lê PDK bi piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker re li dijî vê berxwedanê xiyanetê li Kurdan dike û wiha dewam kir:

”Ji dêvla piştgiriya Kurdan û gelên azadîxwaz bike, dijminatiyê dike.”

Ezîze di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku li kêleka gerîla bisekine û nekeve xefika dijminê Kurdan.

Bedrî Hewale jî derbarê heman mijarê de got:

“Hêzên gerîla berxwedaneke dîrokî û lehengane li dijî dijminan bêyî dudilî û tirs ji bo parastina projeya neteweya demokratîk nîşan didin.”

Welatiyê bi navê Mehmûd Cewad destnîşan kir ku ewê heya dawî piştgiriya gêrîlayan bikin û berxwedanê bidomînin û li hember hemû kesên hewl didin êrişî xak, gel û hêzên me bikin, bibin yek.

Şêniyên Tirbesipiyê: Divê gelê Kurd li hemberî xiyaneta PDK’ê rabe

Back to top button