4’emîn pêşengeha wêneyan li Herêma Firatî tê lidarxistin

Li Herêma Firatê bi pêşengiya mamoste û xwendekaran 1’ê Cotmehê li Parka Ronîwarê 4’emîn Pêşengeha Wêneyan tê lidar xistin.
Her wiha Pêşengeha Wêneyan wê bi dirûşmeya “Em çiqas cihreng bin, li ser tabloya welat dibin yek reng”bi beşdariya 14 xwendekaran pêk bê û 3 roj berdewam bike.

Mamosteya beşa Wênekêşiyê ya Çand û Hunera Baqî Xido Zehredîn Ebdê têkildarê mijarê axivî û got:

“Encama keda salekê a şagirtên beşa wênekêşiyê ya Çand û Hunera Baqî Xido ye.

Ebdê diyar kir ku armanca me ji van çalakiyan ew e ku, eleqeya ciwanan hêj bêtir bikêşin ser çandê.”

BI RENGÊ XWE CIVAKA XWE BIXEMILÎNIN

Ebdê anî ziman divê jiyan bi rengekî xweş bixemile û wiha domand:

“14 xwendekar ku ji demeke dirêj ve dest bi wênekêşiyê dikin, ji bo encam jî bê diyarkirin, ev bû 4 pêşengeh tên lidar xistin.”

Ebdê wiha dawî li gotina xwe anî:

“Xwendekar gelek in lê tenê 14 xwendekar beşdarî pêşengehê dibin.

Em bang li kesên ji wênekêşiyê hezdikin dikin ku, divê xwedî li çanda xwe û wênekêşiya xwe derkevin.”

Li Helebê 3’emîn mîhrîcana Hunera Zarokan

Back to top button