Sabrî Ok: Rêber Apo ne kesek e, dengê hemû mirovahiya têkoşer e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok dewleta tirk a dagirker di 9’ê cotmehê de bi dagirkirina Grê Spî, Serêkaniyê ve daxuyakirin ku komplo didome.
Rêber Apo bi paradîgma nû ve bersiv da koplogeran, divê gelê me jî bi şêwazê hîn cûdatir li dijî kopo û tecrîdê rabin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo, komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ji ANF’ê re axivî.

Sabrî Ok diyar kir ku kom û mejiyek taybet li pergala Îmraliyê bi rê ve dibe, wezîfeya vê komê ew e ku qirkirina Kurdan li Îmraliyê temam bikin û ev nirxandin kir:

“Rêber Apo tevî hemû zextên giran, li ber xwe da û polîtîkaya hilweşandinê pûç kir.

Eger dewletek kesayetekî mîna Rêber Apo weke xeteriya herî mezin a sê sedsalan bibîne, ti tişt nîn e ku neke.

Lê Rêber Apo êdî ne kesek e; bi milyonan kes e, jin û ciwanên berxwedêr e, gelên Rojhilata Navîn e, dengê hemû mirovahiya têkoşer e.”

Ok: Rêber Apo pêvajoya Îmraliyê weke jidayîkbûna xwe yê sêyemîn bi nav kir

Sabrî Ok destnîşan kir ku Rêber Apo li Îmraliyê teqînek zîhnî pêk anî û ev tişt anî ziman:

“Gelek kes hebûn ku hesab dikirin ku piştî komployê wê PKK’ê tasfiye bibe û pirsgirêka Kurd tine bibe.

Lê Rêber APO li Îmraliyê bi pêşxistina paradîgmaya modernîteya demokratîk komplo bê wate kir.

Ji xwe nekarîn Rêber Apo bêbandor bikin û PKK’ê tasfiye bikin.Rêbertî ji ber vê got pêvajoya Îmraliyê ‘jidayikbûna min a sêyemîn e.”

Sabrî Ok: Bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî peyama domandina komployê dan

Her wiha Sabrî Ok bal kişand li ser dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ku 9’ê Cotmeha 2019’an de pêk hat, anî ziman ku ev yek ne tesadûf e, peyama ku tê xwestin bi vê yekê were dayîn ev e ku di şexsê Rêber Apo de komploya navneteweyî ya li dijî Kurdan didome.

“DYA, YE, Rûsya û hêzên din ên ku parçeyek ji komploya navneteweyî ne,

di dagirkirina Efrînê an jî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de rol lîstin û bi xwe jî piştgirî dan Komara Tirkiyê.”

Ok: Divê komploya 9’ê Cotmehê cuda were pêşwazîkirin

Di dawiyê de endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bang li gel ê li çar aliyê Kurdistanê, derveyî welat kir ku li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi berxwedaniya herî mezin ya demê nîşan bide û got:

“Ne tenê civîn, komxebat û konferans, meş, mîtîng û hwd. divê şêweyên çalakî û nerazîbûnên radîkal ên bi bandortir werin pêşxistin.

Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê divê komploya 9’ê Cotmehê cuda were pêşwazîkirin.

Divê ciwan, jin ji hemû pêkhateyan, ji heftê heta heftêyî her kes wê rojê komploya navneteweyî protesto bikin û bibin xwedî helwest.

Divê hesabekî welê ji komplogeran bê pirsîn ku dubarekirina kiryarên li Rojava û Şengalê li aliyekî, nikaribin careke din 9’ê Cotmehê jî bi bîr bînin.”

Back to top button