Ji îsal ve cenazeyê hezar û 290 kesî li peravên Tunisê hatine derxistin

Ji beravên Tunisê Ji destpêka Îsal ve hezar û 290 cenazeyên penaberan hatine derxistin.

Wezareta Karên Hundirîn a Tunisê ragihand ku ji destpêka îsal heta bi 18′ê Îlonê ve cenazeyên hezar û 290 penaberan li beravên Tunisê derxistin, piranî ji hemwelatiyên biyanî ne.

El Feqî da zanîn ku ewlehiya Tunisê 5 hezar û 609 hewldanên derbaskirina sînorê ber bi beravên Ewropayê ve têk birin û 19 hezar û 33 kes rizgar kirin.

El Feqî ragihand ku 909 navbeynkar û kesên kiryarên koçberiya nefermî pêk tînin girtine û 824 keştî girtin.

Der barê mijarê gerînendeya Nivîsgeha Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY’yê ya li New Yorkê Rufin Menekdiwela got heta 24’ê Îlonê zêdetirî 2 hezar û 500 kes di navbera mirî û windayên sala 2023’yan de hatine qeydkirin.

NY: Sala 2023’an li Derya Spî zêdeyî 2.500 koçber mirin an winda bûn

Back to top button