NY: Sala 2023’an li Derya Spî zêdeyî 2.500 koçber mirin an winda bûn

2023 ji bo koçberên di ser Derya Spî re, hewil dida xwe bigihînin Ewropa weke trajediyê bû.
Komseriya Bilind a Penaberan a NY ragihand ku ji despêka salê ve bêtirî 2500 kes li Derya Spî yan mirine yan jî winda bûn.

Derya Spî bûye, gora koçberan.

Dîrektorê ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) a li New Yorkê Rûven Menîkdîwela daxuyaniyek da û got,

“Heta 24’ê Îlonê di sala 2023’an de bêtirî 2 hezar û 500 kes mirin an jî winda bûn.

Di sala 2022’an de di heman demê de 1.680 kes miribûn an jî winda bûbûn.

Ev hejmar tê wê wateyê ku di asta ji sêyan du de zêde bûye.”

Menîkdîwela di civîna Konseya Ewlekariyê de ya li ser krîza koçberan a li Derya Spî axivî û ev tişt anî ziman:

“Raya giştî nabîne lê li bejahiyê jî mirov jiyana xwe ji dest didin.”

Rayedarê UNHCR’ê bi dewamî got,

“Rêwîtiya ji Rojava an jî Rojhilatê Afrîkayê ber bi Lîbyayê û deverên peravî yên birêketinê, yek ji rêwîtiyên herî xetere yên cîhanê ye.”

Menîkdîwela diyar kir ku koçber an jî penaberên ji Afrîkayê bi rêya bejahî bi rê dikevin her gavê bi rîska mirin û binpêkirina mafên mirovan re rû bi rû dimînin.

Li gorî daneyên ji aliyê rayedarê UNHCR’ê eşkere kir, di navbera 1’ê Çile û 24’ê Îlona 2023’an de 130 hezar jê xwe gihandin Îtalyayê.

Bi giştî 186 hezar koçberî xwe gihandin Başûrê Ewropayê (Îtalya, Yewnanistan, Qibris û Malta).

Li gorî heman dema sala 2022’an di asta ji sedî 83 zêde bûye.

Koçber herî zêde ji Tûnis û Lîbyayê bi rê ketine.

Hate ragihandin ku di navbera Çile û Tebaxa 2023’an de 102 hezar koçber ji Tûnisê û 45 hezar koçber jî ji Lîbyayê hewl dan ji Derya Spî derbas bibin.

Back to top button