Çalakvanên Kerkûk û Çemçemalê diyar kirin ku hinek ji hêzên Kurd bûne çavên dewleta Tirk û li mînberan peyamên dewleta Tirk ya dagirker belav dikin û gotin; “Ev hevkariya bi dewleta Tirk re wê di dawiyê de zerereke wêranker bide statûya Kurdan û Başûrê Kurdistanê.”
Dewleta Tirk bi alîkarî û hevkariya xiyaneta navxweyî ya partiyeke Kurd, dagirkerî, êriş û bombebaranên xwe yên dermirovî zêde kirine.
Êrişa herî dawî di 18’yê Îlonê de li dijî Endamê KNK’ê û nûnerê wê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun bû .
Têkildarî mijarê welatiyên bajarê Kerkûk û navçeya Çemçemal ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê axivîn.
Welatiyê bi navê Mihemed Reûf fikarên xwe li beramberî dagirkeriyên dewleta Tirk anî ziman û wiha got;
“Armanca dewleta Tirk û Îranê tenê ewe ku zererê bidin hebûna Kurdan û aramiya li herêmê têk bibin.
Balafirgeha çandiniyê ya Erbetê di rojên dawî de hat bombebarankirin û di encamê de gelek şehîd û birîndar çêbûn.
Ez bang li hemû aliyên Kurd dikim ku ji bo parastina gelê Kurd û pêkhateya başûrê Kurdistanê bibin yek.”
“Êrişkirina li ser KNK’ê êrişkirina li ser hikûmeta herêmê ye”
Çavdêrê Siyasî û Mamostayê Zanîngeha Dihokê Kamuran Berwarî jî di derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû:
“Êrişkirina ser navenda KNK’ê û şehîdxistina Denîz Cevdet geşedanek metirsîdare ku nava paytextê ev qetilkirin pêkhatiye.
Parastina KNK’ê û endamên wê erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
“Li dijî dijmin yekrêziya gel û partiyan ava bikin”
Mamostayên Olî û çalakvanên Balekayetî li dijî dijmin banga yekrêziyê li gel û hizbên Kurdî kir û gotin:
“Metirsiya mezin a li ser Kurd û Kurdistanê ji ber nebûna yekrêzî û ew parçebûna di nava hizbên Kurdî de çêbûyî ye.”
Mamosta û Çalakvanê Sivîl Aşqî Ebas bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û wiha bi dawî kir:
“Ez bang ligelê Başûrê Kurdistanê dikim ku yekitiyê xwe ava bikin û li dijî dagirkeran serî hildin.
Ji ber ku ti hizbên Kurdî bi taybet PDK û YNK nikare rû bi rû yê dagirkerên Kurdan bibin.”