Ji sedî 70 Ermeniyên li Qerebaxa Çiyayî koçber bûn

Ermeniyên li Qerebax a Çiyayî, herêmê vale dikin.
Piştî êrişa dawiya Azerbeycanê li ser herêmê, jimara Ermeniyên ji herêmê koçber bûyî nêzî 85 hezarî bû.
Beriya êrişê jimara Ermeniyên li herêmê nêzî 120 hezar bû.

Piştî êrişa leşkerî ya Azerbaycanê li herêma Qerebaxê, hejmara ermeniyên ku ji vê herêmê derbasî Ermenîstanê dibin, gav bi gav zêde dibe.

Li gorî nûçeya ajansa RIA ya Rûsyayê, hikûmeta Ermenistanê ragihand ku ev hejmar 84 hezar û 700 derbas kiriye.

Beriya êrişa Azerbeycanê ya hefteya borî nêzî 120 hezar Ermenî li Qerebaxê dijiyan.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan hefteya borî ragihandibû ku baştir e ermeniyên li Qerebaxê li malên xwe bimînin, lê ji bo 40 hezar malbatan cih amade kirine.

Duh jî Paşînyan Azerbaycan bi “paqijiya etnîkî” tawanbar kiribû û gotibû, ew li bendê ne ku “di rojên pêş de” li Qerebaxê ermenî nemînin.

Wezareta Karê Derve ya Azerbaycanê bersiv da û got:

“Paşînyan baş dizane ku ermeniyên Qerebaxê bi daxwaza xwe ji herêmê derdikevin.”

Moskova ku di vê mijarê de bi tedbîr helwest nîşan da, ji ber koçberiya girseyî tu sûcdarkirin li Bakûyê nekirin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov got,

“Zehmet e ku mirov bibêje sûcê vê rewşê kî ye.

Ti sedemek rasterast a van kiryarên wiha tune.”

Herêma ku ev çend sal in aloziya di navbera partiyan de dewam dike, berê jî ji ber şer bûye qada koçberî û koçberiyê.

Piştî ku hêzên Ermenîstanê di sala 1994’an de Qerebax û derdora wê xistin bin kontrola xwe, rêxistinên penaberan texmîn dikin ku nêzî 900 hezar kes ji herêmê reviyane Azerbeycanê û 300 hezar kes jî reviyane Ermenîstanê.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di şerê ku Azerbaycanê 2020’an de beşek ji axa Qerebaxê paşde stand, 90 hezar kes derbasî Ermenîstanê û 40 hezar jî derbasî Azerbaycanê bûn.

Di teqînê de hejmara miriyan derket 170’î

Hat ragihandin ku hejmara kesên serê hefteyê li Qerebaxê di teqîna depoya sotemeniyê de jiyana xwe ji dest dan derket 170’î.

Rayedarên Ermenîstanê êvara Sêşemê jimara miriyan weke 68 ragihandibû.

Lê belê hat diyarkirin ku bêtirî 100 kes winda ne.

Hat ragihandin ku teqîn di dema ku Ermeniyên ku dixwestin ji Qerebaxa Çiyayî herin Ermenîstanê ji bo wesayîtên xwe bi benzînê tije bikin berî seferê rêzên dirêj çêkirine.

Ji 120 hezar ermenên li Qerebaxê bêtirî nîvê wê koçber bûn

Back to top button