Ji 120 hezar Ermenên li Qerebaxê bêtirî nîvê wê koçber bûn

Li herêma Qerebax a Çiyayî 120 hezar Ermenî hebûn.
Piştî êrişa dawî ya Azerbeycanê ya li ser herêmê ji nîvê wê bêtir welatî koçber bûn.
Hate ragihandin ku jimara kesên koçber bûyîn, 65 hezar derbas kir.
Komara Qerebaxê ya li herêmê serxwebûna xwe ragihandî, eşkere kir ku heta 1’ê Çileya 2024’an biryara hilweşandina xwe da.

Terora dewleta Azerbeycanê ya li herêma Qerebax a Çiyayî, bi dehezaran kes ji cih û warê wan kirin.

Rêveberê Qerebaxê Samvel Chakramanian bi giştînameyekê ragihand ku wê hemû sazî û rêxistinên hikûmetê ku ji 1’ê Çileya 2024’an ve, ji holê rabin û dawî li Komara Qerebaxê were.

Berdevkê Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan eşkere kir ku jimara Ermeniyên ji Qerebaxê derketine 65 hezar û 36 kesin.

Jimara Ermeniyên ku beriya operasyonê li Qerebaxa Çiyayê dijiyan bi qasî 120 hezarî bû.

Vardanyan hat binçavkirin

Serokê berê yê hikûmeta cudaxwaz li Qerebaxê ku ji aliyê civaka navdewletî ve nayê naskirin, dema dixwest derbasî Ermenistanê bibe, ji aliyê hêzên Azerbaycanê ve hat girtin.

Hevjîna wî Veronika Zonabend ragihand ku karsazê milyarder Ruben Vardanyan ku di navbera Mijdara 2022 û Sibata 2023’an de serokatiya komara cudaxwaz a Ermen dikir, hate binçavkirin.

Zonabend li ser Telegramê daxuyanî da û diyar kir ku hevjînê wî doh dema dixwest bi Ermeniyên din ên li Qerebaxê re derbasî Ermenîstanê bibe hat binçavkirin.

Yekîneya nobedariya sînor a Azerbaycanê jî di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de ragihand ku Vardanyan şandine paytext Bakûyê û radestî saziyên dewletê hatiye kirin.

Hate hînbûn ku wê derbarê Vardanyan de bi hincetên cuda yên weke derbaskirina neyasayî ya sînorê Azerbeycanê û fînansekirina terorê doz bê vekirin.

Kovara Forbesê nivîsand ku serweta Ruben Vardanyan di sala 2021’an de 1 milyar dolar bû.

Aliyev: Wê ewlekariya Ermeniyên li Qerebaxê pêk bê

Li aliyekî din, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev diyar kir ku ermeniyên li Qerebaxê dijîn di çarçoveya qanûnên welêt û erkên navneteweyî da wê di nava ewlehiyê de bin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Azerbaycanê, Aliyev li paytext Bakûyê bi şandeya Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID) re civiya.

Aliyev got;

Ew amade ne ku di demeke nêz de serdana Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî bo Qerebaxê pêk bînin.

Back to top button