Kanada: Ji Trudeau bo cîhanê lêborîna “leşkerê Nazî”

Serokwezîrê Kanadayê Trudeau ji ber bûyera ku leşkerekî berê yê Naziyan li parlementoyê weke qehremanekî hat pêşwazîkirin lêborîn xwest.
Serokê Meclîsê ji ber skandalê ji wezîfeya xwe îstifa kir.

Li Kanadayê ji ber Serokê Meclîsê Anthony Rota ku leşkerekî berê yê Naziyan wekî “qehreman” bi parlementeran da nasîn, serokwezîr Justin Trudeau lêborîn xwest.

Rota piştî ku hat diyarkirin Yaroslav Hunka 98 salî, leşkerekî berê yê Naziyan e, dest ji wezîfeya xwe ya serokatiya Meclîsê berda.

Rota bi tevahî berpirsiyarî hilda ser xwe, poşmaniya xwe ya mezin ji bo “şaşiya” û êşa ku wî ji Cihûyan re li seranserê cîhanê, nemaze li Kanada, anî ziman.

Trudeau der barê bûyera ku hefteya borî di dema serdana Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ya Kanadayê qewimî de diyar kir ku wî li ser navê Meclisê ji ber tiştên ku qewimîn “lêborîna xwe ya bê şert û merc” xwest.

Rêberê Kanadayê li parlemanê got:

“Pesna kirina bi nezanî ya vî kesî şaştiyek mezin bû û bêhurmetî li bîranîna kesên ku ji ber rejîma Nazî gelek êş kişandin e.”

Di daxuyaniya xwe ya din a di nava rojê de, Trudeau got;

Ez ji ber vê bûyerê li pêşberî hemû Kanadayî û cihûyên li cîhanê lêborînê dixwazim

Ev biêş kirina bîranîna bi mîlyonan mirovên ku di Holocaustê de jiyana xwe ji dest dane.”

Trudeau diyar kir ku Kanada jî bi rêyên dîplomatîk lêborîn ji Kîev û Zelensky xwest.

Bûyera ku ji aliyê lîderê muxalefeta muhafezekar Pierre Poilievre ve wekî “şermezariya herî mezin a dîplomatîk” a dîroka Kanadayê hat binavkirin, bû sedema zexteke mezin li ser hikumeta Trudeau.

Buroya Rota derbarê paşperdeyên bûyerê da agahî da.

Buroyê diyar kir ku kurê Hunka bi wan ra têkilî danîne û jê pirsîn ka gelo dibe ku bavê wî beşdarî rûniştina parlamentoyê ya ku wê Zelensky lê biaxive, bibe yan na.

Serokê parlamentoya Kanada ji ber pêşwaziya li leşkerê nazî îstifa kir

Back to top button