Serokê parlamentoya Kanada ji ber pêşwaziya li leşkerê nazî îstifa kir

Serokê parlamentoya Kanada Anthony Rote yê leşkerê Ukraynî yê di nava Naziyan de şerkirî weke leheng nîşan dayî îstifa kir.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di serdana xwe ya Kanadayê de li parlamentoyê axaftinek kir.

Piştî axaftinê Serokê Meclîsê Rota, leşekrê Şerê Cîhanê yê Duyemîn Yaroslav Hunka weke ‘qehreman’ bi nav kir û got;

Ew ji bo serxwebûna Ukraynayê ji Rûsyayê têdikoşe.

Lê belê paşê derket holê ku Hunka ku ji aliyê parlamentoyê ve bi çepikan hat silavkirin, di bin fermandariya Naziyan de cih girtiye.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau roja Duşemê daxuyaniyek da û got,

Ev bûyer “pir xemgîn e”.

Ev ji bo Parlamentoya Kanada û bi berfirehî, ji bo hemû Kanadayî bûyerek pir şerm e.”

Rota ku yekem car li dijî bangên îstifayê li ber xwe da, doh got:

“Ez xemgîniya xwe ya ji dil dubare dikim.”

Piştî ku li paytext Ottawa bi serokên partiyê re hevdîtin kir îstifa kir.

Serokê Parlamentoyê her wiha got;

Ew bi têkiliyên Naziyan ên Hunka nizanin û di vexwendina wî ya çalakiyê de şaştî kiriye.

Back to top button