Serdanên Erebistana Siûdî bi Îsraîlê re ber bi normalbûnê ve diçe

Îsraîl û Erebistana Siûdî her ku diçe hewil didin hevdîtinên xwe normalîze bikin.
Herdû welatên ji bo asayîkirina peywendiyan, bi serdanên nû pêngaveke din avêtin.
Baylozê Erebistana Siûdî El-Sûdeyîrî bi destûra Îsraîlê çû Şerîeya Rojava û bi rêveberiya Filistînê re hevdîtin kir.
Hemwextî vê yekê Wezîrê Geştiyariyê yê Îsraîlê Katz jî li Siûdiyê bû.

Serdanên di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de her ku diçe ber bi normalîzebûnê ve diçe.

Îsraîl û Siûdî ev demeke bû ji bo asayîkirina peywendiyan danûstandin dikirin.

Vê carê jî bi serdanên nû pêngaveke din a asayîbûnê hatin avêtin.

Şanda Siûdî li şerîeya Rojava, wezîrê Îsraîlî li Riyadê

Nayif el-Sûdeyîrî ku weke Balyozê yekem yê Erebistana Siûdî yê li Filistînê hat erkdarkirin, bi şandeya pê re bi destûra Îsraîlê çû Şerîeya Rojava.

El Sûdeyîrî li wir bi rêveberiya Filistînê re hevdîtin kir.

Ji dema ku Îsraîlê 1967’an Şerîeya Rojava ji Urdunê girt, ev yekem seredana şandeke Erebistana Siûdî bo wê herêmê ye.

Wezareta Karê Derve ya Rêvebiriya Xweser a Filistînê serdana El-Sûdeyîrî weke serdaneke dîrokî bi nav kir.

El-Sudaîrî li Ramallahê têkîldarî hevdîtinên bi Îsraîlê re bi lîderê rêveberiya Filistînê Mahmûd Ebbas re hevdîtin kir.

Her wiha Wezîrê Geştiyarî yê Îsraîlê Haîm Katz jî yekem car e serdana Erebistana Siûdî dike.

Ev demek e Amerîka navbeynkariya danûstandinên di navbera Îsraîl û Siûdiyê de dike.

Lihevkirina di navbera van her du welatanên ku dijminatiyeke dîrokî ya wan heyî de, wê ji bo serokê Amerîka Joe Biden bibe serkeftineke mezin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di Civata Giştî ya NY de gotibû ew bi Erebîstana Siûdî re pir nêzî peymanekê ne û ev yek wê Rojhilata Navîn biguherîne.

Lêbelê, rayedarên Amerîkî texmîn dikin ku danûstandin wê demek dirêjtir bidome.

Eger di mehên pêş de lihevkirinek çêbibe, wê peymana parastinê di navbera Riyad û Waşingtonê de û alîkariya ji bo bernameya nukleerî a Erebistana Siûdî pêk were.

Serokê Filistînê Ebbas li Lijneya Giştî ya NY’yê de diyar kiribû heta Filistîn hemû mafên xwe negire ti peymana aştiyê li Rojhilata Navîn bi ser nakeve.

Back to top button