Dewleta Tirk 200 çeteyên xwe ji Efrîna dagirkirî şandin Qeterê

Dewleta Tirk a dagirker, çeteyên xwe yên li Efrîn û herêmên din yên dagirkirî piştî Lîbya û Azerbaycanê, niha jî dişîne Qeterê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, dewleta Tirk a dagirker çeteyên komên bi navê Sultan Mûrad û Ehrar El Şam ên li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kom kirin û wek koma destpêkê şandin Qeterê.

Hat gotin ku di navbera 150-200 çete heta niha hatine şandin û her çeteyekî wê 2 hezar dolar muçe bistîne.

Tê gotin, dewleta Tirk ji bo sivikkirina zextên navneteweyî li ser xwe, hewl dide çeteyan bi rêya Qeterê bişîne dewletên ku şer tê de heye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan dabû zanîn ku dewleta Tirk jê 350 zarok, 17 hezar û 420 çete veguhêztibû Lîbyayê.

Dewleta Tirk a dagirker di rojên derbazbuyî de jî ji bo li dijî Ermenîstanê şer bikin bikin bi sedan çeteyên xwe yên li Efrînê şandibû Azerbeycanê.

Back to top button