Meclisa Malbatên Şehîdan: Heta pêkanîna azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê bidomînin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi beşdariya bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li navenda meclisê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Bila cîhan bizane ku eger rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad nebe, em jî azad nabin.”

Meclisê diyar kir ku rêber Apo ji bo azadiya civakê her tişt feda kir û got,

“Bi mîlyonan Kurd û gelên Cîhanê bi Rêber Apo re li ber xwe didin.

Ji lew re, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê li her derê têkoşînê bidomînin.”

Back to top button