Li Xanaserê ya Dêrikê bi balafiran erebeyên welatiyan hatin bombebarankirin

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmê didomîne. Li Xanaserê ya Dêrikê, îro di seatên sibehê de, artêşa Tirk bi balafirên bêmirov ên bi çek erebeyên welatiyan bombebaran kirin û 3 kes birîndar bûn. Her wiha li bajarê Til-Rifet ê Şehbayê jî malek bi balafiran hat bombebarankirin û gundên herêmê hatin topbarankirin.

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmê didomîne..

Him herêmê bêserûber bi hawan û obisan topbaran dike û him jî bi balafirên biçek ên bêmirov welatiyan dike hedef..

Îro seat 4’ê sibehê, li nava gundê Xaneserê yê Derîkê, balafirên bêmirov ên bi çek yên dewleta Tirk a dagirker, erebeyên welatiyan bombebaran kirin..

Di encama êrişa bi dronan li Xanaserê ya Dêrikê 3 welatî birîndar bûn

Di encamê de 3 welatî birîndar bûn, erebeyên welatiyan zirarên mezin dîtin û zirar li dikan û malên derdorê jî bû..

Dewleta Tirk bi dronan maleke welatiyan li Til-Rifetê bombebaran kir

Di seat 06:00 sibehê jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên bi çek maleke welatiyan li bajarê Til Rifetê yê Şehbayê kir hedef.

Li vir jî di encama êrişê de zirarên madî çêbûn.

Zêdetirî 10 top li gundên Şehba û Şêrewa ya Efrînê ketin

Her wiha piştî êrişa bi balafiran bi çend seatan, dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Til Qirah ê kantona Şehbayê topbaran kirin..

Di seatên ber bi nîvro jî gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê hatin topbaran kirin..

Zêdetirî 10 topan li van gundan ketin û zirarên madî gihiştin malûmilkên welatiyan..

Şevê din jî dagirkerên Tirk û çeteyên wê, gundên Semoqa, Um Hoş û Werdiyê yên Şehbayê dan ber topan..

Back to top button