Dewleta Tirk li Xanaserê du erebe bombebaran kirin 3 welatî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker berbanga vê sibê li Dêrikê du wesayîtên welatiyan bi balafirên bê mirov bombebaran kir di encamê de 3 welatî birîndar bûn.Dagirkeran vê sibê jî maleke sivîl li Til Rifetê hedef girt.

Li gor agahiyên ku neçegihanên me dan Vê sibê derdora saet 4’an de li gundê Xanaserê ya Dêrikê du erebe ji aliyê dagirkeran ve hatin topbaran kirin.

Di encama êrîşê 3 welatî birindar bûne .

Navê du birîndaran hat eşkerekirin ew jî :

Bedewî Ibrahîm Şêx .

Qeys Ibrahîm Şêx .

Birîndar li nexweşxaneyên Qamişlo tên dermankirin.

Her wiha zirareke mezin li derdorê jî bû .

Balafirek keşfê malek li Til Rifetê kir armanc

Heman dagirkerî saet 06:00 vê sibehê jî maleke sivîl li bajarê Til Rifetê yê kantona Şehbayê hedef girt.

Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Dewleta Tirk gundên Şêrawa bombebaran kir

Dagirkeran beriya seetekê gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.

Vê sibehê jî gundê Til Qirah ê Şehbayê hat topbarankirin .

Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Back to top button