33 partiyên Bakur û Rojhilatên Sûrî: ji bo rê li ber êrişan bê girtin, divê qada hewayî were girtin

33 Partiyên Siyasî yên li herêmê ji bo pêşî li êrişên Tirkiyê were girtin banga girtina qada hewayî ya herêmê kirin.

33 Partiyên Siyasî yên li herêmê ji bo gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê daxuyaniyek dan û gotin:

”Gelek daxuyanî û helwestên navneteweyî li hember gefan derketin.

Di wan de hat xwestin ku dewleta Tirk li gorî peymana agirbestê a 2019’an tev bigere.

Lê dewleta Tirk guh nade van daxuyaniyan û kirinên xwe li dijî gelê herêmê didomîne.”

Partiyên Siyasî ji rêgirtina li ber êrişên dewleta Tirk a qirker ev bang kirin:

”Banga me ji Amerîka, Brîtanya, Fransa û Rûsya dikin ku li dijî Tirkiyeyê tedbîrên tund bigirin.

Her wiha xwestin ku qada hewayî ya were girtin da ku pêşî li armancgirtina sivîlan bê girtin.”

Dawiyê partiyan bang li gel kir ku ji bo danîna qedexeyê dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.

Back to top button