YJA-STAR: Her gerîlayek bi rêbaz û pîvanên Zîlan şer dikin

Fermandariya Giştî ya YJA Starê bi boneya salvegera 26’emîn a şehadeta wê de gerîlaya PKK’ê Zîlan bibîranî.
YJA Starê got, “Li ser bingeha biryardariya Zîlanbûnê em ê şerê xwe heta ku bighînin serketinê bimeşînin.”
Kongra Star jî bi armancê peyame weşand û diyar kir Zîlan ji bo jinên rojava bû hêza şoreşê û da zanîn ji bo pêkanîna jiyana azad ew ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi boneya salvegera 26. a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên di dîroka têkoşîna azadiyê de nûnertiya vîna azad kirine hatin bibîranîn.

Fermandariya YJA-STAR’ê anî ziman di dîroka têkoşîna 50 salî de şehîdên qehreman li ser bingeha fêmkirina Rêber Apo bûne hêza pêkanînê û ev got:

“Heval Zîlan di kêliyên herî krîtîk ên dîrokê de bi çalakbûna xwe bû bersivek dîrokî û bû perçeyek esasî ya xelekên serketinê.

Em hêzên YJA Starê xwedî li mîrateya xeta milîtaniya fermandar Zîlan derkevin.”

YJA-STAR’ê diyar kir ku di xeta fedayî ya fermandar Zîlan de gerîlayên fedaî yên YJA Starê, li ser bîrdoziya Rêber Apo xeta fedaiyan her ku diçe bilindtir dikin û wiha domand:

“Çawa ku heval Zîlan bi çalakiya xwe bû xwediya pêngaveke dîrokî ; bi vê sekna wêrek bû sembola jina serkeftî.

Heman helwesta xeta têkoşîna azadiya jinê di şerê me yê serketinê de, ji Zap heta Metîna, ji Avaşîn heta Xakurkê, ji Serhedê heta Botanê di pêşengtiya jin de tê meşandin. ”

YJA-Starê: Em ê heta serketinê li ser şopa Zîlanê şer bikin

Fermandariya giştî ya YJA Starê destnîşan kir Rêber Apo, çalakiya hevrê Zîlan weke çalakiya herî mezin, pîroz û encamgir a şerê rizgariya neteweyî pênase kiriye.

Û ev got:

“Li ser bingeha xeta milîtaniya Zîlan em ê bi felsefeya azadiyê jinê welatê xwe ji dijmin, jiyana xwe jî ji bermahiyên şaristaniyê rizgar bikin û li ser navê eniya azadiyê ji dîrokê re serketinên mezin diyarî bikin.”

Dawiyê YJA Starê teklez kir her gerîlayeke YJA Starê îro fedayiya Rêber Apo ye û her gerîlayek Zîlan e.

Kongra Star: Zîlan bû îlhama şoreşa jinê ya Rojava

Bi heman boneyê Kongra Star jî daxuyniyek da û got:

“Li ser xeta fedayîbûna Zîlan, Arîn, Rêvan, Avesta û Barînan û li hemberî kirêtiya pergala deshilat a mêrê serdest DAIŞ’ê, çalakiyên bi bandor kirin û rengê jinê da şoreşa Rojavayê Kurdistanê.”

Kongra Star diyar kir ku Zîlan ji bo jinên Rojava bû Îlhama Şoreşê û got.

“Zîlan ku ji fikir û sekna Rêber Apo îlhama têkoşîna azadiyê girtibû û hat asta fedayîtiyê, bû jina pêşeng a hemdem û bû îlhama şoreşa jinê ya Rojava.

Em Kongra Star ji bo xwegihandina jiyana biwate û azad û wijandina xewn û xeyalên Zîlanan û rêhevalên rast ên rêbertî heta kêliya dawiyê em ê tê bikoşin û li ber xwe bidin.”

Back to top button