Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd têkildarî giringiya şerê gel ê şoreşgerî ya di vê demê de, di bernameya televiziyona me Civak û Parastin de nirxanin kir.
Nûrî Mehmûd dibêje:
“Ji gel tê xwestin ku di her alî de xwe birêxistin bike û ji bo li dijî êrişan bi ser bikeve pêwîst e li ber xwe bide.”
Berdevkê Yekîniyên Parastina Gel-YPG’ê Nûrî Mehmûd beşdarî bernameya Civak û Parastin a televizyona me bû û li ser şerê gel ê şoreşgerî nirxandin kir.
Nûrî Mehmûd destpêkê behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê kir û girîngiya şer gel ê şoreşger.
Nûrî Mehmûd bal kiaşand li ser pîvanên şerê gel ê şoreşgerî û da zanîn ku ji bo ku gel karibe xwe biparêze pêwîstiya wî bi xwerêxistinkirinê heye.
Nûrî Mehmûd: Parastina welat erka her kesî ye
Nûrî Mehmûd anî ziman ku hêzên parastinê xwe ji bo şer amade kirine, lê dîsa jî pêwîst e gel jî li kêleka hêza xwe hebe û piştrast kir ”Parastin erka her kesî ye”.
Nûrî Mehmûd: Divê gel li ser lingên xwe bisekine û xwe biparêze
Dawiyê Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd da zanîn heta gel li ser lingên xwe nesekine û xwe neparêze, wê bi ser nekeve.