Li Amerîka trajediya koçberiyê..Di kamyonekê de 46 koçberên mirî hate dîtin

Trajediya koçberiyê bi dawî nabe.
Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê di kamyoneke terkkirî de, cenazeyê 46 ​​koçberên qaçax hat dîtin.
16 kesên hatin xelaskirin ji ber nîşaneyên germahiyê rakirin nexweşxaneyê.

Li eyaleta Teksas ya DYA yê di kamyonekê de cenazeyê 46 koçberên qaçax hatin dîtin.

Cenaze di kamyoneke li nêzî bajarê San Antonio yê ku 250 kîlometre dûrî sînorê Meksîkayê ye hat dîtin.

Di kamyonê de, 4 jê zarok 16 kes bi saxî hatin xelaskirin.

Rêveberiyên Giştî yê Daîreya Agirkujiyê ya San Antonio Charles Hood got;

Kesên sax mabûn germahiya laşê wan pir zêde bûn.

Piştî ew rakirin nexweşxaneyê hate hînbûn ku hîna saxin.

Hood her wiha îşaret bi wê yekê kir ku di kamyonê de, ne pergalek ya hewa û ne jî av hebû.

Li ser temen û neteweya kesên di kamyonê de hîn agahî nehatine eşkerekirin.

Hat diyarkirin ku li herêmê pêla germê bibandore û germahî derdora 39 pile ye.

Têkildarî bûyerê 3 kes hatin binçavkirin.

Di sala 2017’an de li herêma ku li ser rêya bazirganiya mirovan a ji Meksîkayê ye, 10 koçber di pişta erebeyekê de mirî hatibûn dîtin.

Şaredarê San Antonio Ron Nirenberg bûyer wekî “trajediyek mirovahî ya tirsnak” bi nav kir.

Di heman demê de waliyê Teksasê Greg Abbott polîtîkayên koçberiyê yên bêbandor ên Serokê DYA Joe Biden ji mirinan sûcdar kir û got,

“Ev mirin sûcê Biden in.

Encama siyaseta wî ya kujer a sînorê vekirî ye.”

Back to top button