QSD’ê li Dêrazorê êrişa li ser dewreyeke wan ji aliyê çeteyan ve têk bir

Operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê didome . QSD’ê ragihand ku wan êrişa du çeteyan li dijî dewriyeya hêzên wan li rojhilatê Dêrazorê têk bir, di encamê de çeteyek hatin kuştin û yek jî revî.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Şervanên Meclisa Leşkerî ya Hecînê ya girêdayî QSD’ê duh êvarê êrişa ku du çeteyên nenas bi rêya motorsiklêtekê li bajarokê Cirzê yê rojavayê rojhilatê Dêrazorê pêk aniye, têk bir.

Di encamê de çeteyek hat kuştin û yê din jî revî û xwe di nava malan veşart.

Hêzên me êrişa li dijî dewriyeyekê ya li herêmê ya ji bo serdegirtina şaneyên veşartî, têk bir.

Her wiha çeteyê ku hate kuştin ew rakirin nexweşxaneyan, lê nasnameya wî nayên zanîn.”

Nevendê di dawiyê de diyar kir ku Ev êrişa duyemîn e ku hêzên me di navbera du rojan de li rojhilatê Dêrazorê têk dibin.

Back to top button