
Êriş dike û kesê dibin qurbanê van êrişan sivîlin…Vê carê jî Artêşa Tirk a dagirker gule ber bi gundê Banokiya yê Girkê Legê ve reşandin, di encamê de welatiyek bi giranî birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker duh êvarê gule ber bi gundê Banokiya yê bi ser Girkê Legê ve reşandin.
Di encamê de welatiyê bi navê Elî ku şivanê pez e û ji Til Hemîsê ye bi giranî birîndar bû.
Elî rakirin nexweşxaneya Dêrikê.
Li gorî agahiyên tenduristî gule li pişta Elî ketiye û derbasî kezebê reş bûye û rewşa wî ne baş e.
Dagirkeriya Tirk gundê Yalnî yê Babê topbaran kir
Li aliyekî din Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên duh danê êvarî ji baregeha Şêx Nasir a li rojhilatê Babê yê dagirkirî de gundê Yalnî topbaran kirin.
Li gorî agahiya 6 moşek li gund ketin.
Qaşo Rûsya hêzeke garantore li herêmê û heya niha tu helwest nîşan nedaye û bêdenge.