Semer Ebdullah: Bi hevgirtina gelan herêma me hat parastin

Hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer Abdullah diyar kir, ku bi saya hevgirtina pêkhateyan û biratiya gelan, herêm ji aloziyê hat parastin.
Şêxê eşîra Benî Isêdî, Mihemed Sadiq Isêdî jî diyar kir, ku bi hevgirtina gelê herêmê ew ê xaka xwe biparêzin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava hevgirtin û piştgiriyê de jiyana xwe didomînin.

Tevî hemû û êrîş û fitneyan jî ku hewl didin vê hevgirtinê xirabikin, lê bi yekitiya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanî ev kiryar têk çûn.

Hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer Abdullah diyar kir gelek alîyan xwestin xwîşk û biratiya li herêmê têk bibin lê bi saya hevgirtina di navbera pêkhatiyan de ev hewldan bi ser neketin.

Semer Abdullah destnîşan kir ku pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriyê qebûl nakin û tekoşînê li hemberî wê dikin.

Semer Abdullah bal kişand ser destanên qehremantiyê yên QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê û got:

QSD’ê roleka girîng di parastina herêmê ji tevahî êrişên û bi taybetî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê lîst.

Di dawiyê de Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah diyar kir ku wê aloziya Sûriyê bi danûstandinan bê çareser kirin.

Şêx Mihemed Sadiq: Planên fitne û tevliheviyê bi ser neket

Şêxê eşîra Binî Isêdî, Şêx Mihemed Sadiq Isêdî jî destnîşan kir ku dewleta Tirk di hedefgirtina serokeşîran xwest fitne û tenlihevî di navbera şêxên eşîran û Rêveberiya Xweser derxe lê eşîr bi vê yekê hesiyan û li ber van planan rabûn.

Şêx Mihemed Sadiq Isêdî di dawiyê de banga hişyarî û hevgirtinê li gelên herêmê kir.

Back to top button