Cîgirê Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Birahîm da xuyakirin ku tiliyên hêzên derdorê di bûyerên ku li Şenglê de diqewimin, hene û got, “Armanca wan ew e ku Şengalê reş bikin û nehêlin ku Êzidî vegerin ser xaka xwe.”
Heso Birahîm bang li Êzidiyan kir ku li hember van plan û lîstikan hişyar bin.
Cîgirê Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Birahîm der barê bûyera Şerfedîn û kuştina oldarê Êzidî de axivî.
Heso Birahîm anî ziman ku li dû kuştina oldarê Êzidî Koçek Mîran û teqandina erebeya li herêma Şerfedînê, plangerî û arandinên hêzên derdorê hene.
Heso Birahîm da xuyakirin ku piştî biryardariya Êzidiyan a vegera li Şengalê, bûyerên bi vî rengî dest pê kirine û got:
“Dijmin bi her awayî hewl didin ku Şengalê li pêş çavên Êzidiyan reş bikin, da ku venegerin ser axa xwe û her tim di bin kontrola wan di bin.”
Cîgirê Desteya Rêveber a MXDŞ’ê da zanîn ku xêrnexwazan bi teqandina erebeya li Şerfedînê senaryoyek amade kiribû, lê Êzidiyan baş rûyê wan nas kiriye û got:
“Kevirê avêtî vegeriya û li serê wan ket.
Di şeva destpêkê ya bûyerê de, rûyê wan ê rastî derket holê.
Her kes dizane ku wan bi xwe ev lîstok pêk aniye.
Aliyên xirab, dixwazin herêmê xirab nîşan bidin û xira bikin.
Dixwazin aramî, ewlehî û pergala Şengalê têk bibin.
PKK’ê dikin hêncet, lê armanc, şikandina vîna Êzidiyan û têkbirina YBŞ-YJŞ û dezgehên Şengalê ye.
PDK û dewleta Tirk heman polîtîkayan dimeşînin, Tirkiye çi bibêje; PDK pêk tîne.”
Heso Birahîm têkildarî kuştina oldarê Êzidî Koçek Mîran bang li Meclîsa Rûhanî kir ku vê bûyerê bi hêsanî negire dest û banga li
gelê Êzidî jî kir ku li hember lîstok û dek û dolabên dijminan hişyar be.