Alî Bozan: Divê îktîdar li Îmraliyê li çareseriyê bigere

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan li ser “Meşa Mezin a Azadiyê” axivî.
Alî Bozan diyar kir ku meşa azadiyê bi encamên baş dawî bû û got: “Meşa Azadiyê despêkek bû wê ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan çalakiyên me berdewam bikin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan ku di baskê meşê yê Wanê de cih digirt, têkildarî daxwazên meşvanan û rewşa vê meşê bi xwe re afirandî nirxand.

Alî Bozan di despêka nirxandinê xwe de destnîşan kir ku çareseriya tevahiya krîzên li welêt di destê Rêber Apo de ye û ev tişt anî ziman:

“Divê desthilat çareseriyê ne li cihekî din, li Îmraliyê lê bigere.”

Parlamenterê Dem partiyê, pêvajoya 2013-2015’an ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di navbera Rêber Apo û dewletê de hevdîtin dihatin kirin bi bîr xist û ev nirxandin kir:

“Heke desthilat bixwaze mezintirîn pirsgirêkên vî welatî çareser bike, wê demê divê deriyên Îmraliyê veke.

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ji ewil divê rêya çareserkirina pirsgirêka kurd veke.”

Alî Bozan: Tevî astengkirinan jî gel xwedî li meşê derket

Di berdewamê de Bozan bi lêv kir ku wan “Meşa Mezin a Azadiyê” tam jî ji bo xelasiya ji krîzên heyî dane destpêkirin û wiha pê de çû:

“Ev çalakî, daxwaza bi milyonan kesan bû.

Di dema meşê de meşvan li her bajaran rastî qedexeyan hatin lê gel xwedî lê derket.

Gel nîşan da ku van qedexeyan nas nake.”

Alî Bozan: Dê çalakî bidomin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan di dawiyê de got:

“Meşa Mezin a Azadiyê di nava tenê parçeyeke wêneyê giştî bû.

Ev meş di halê hazir de biserkeftî bi dawî bû lê teqez ne dawîbûneke.

Ji ber ku ev hêj destpêk bû. DEM Partî, partiyên din ên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dê ji vir û şûnde jî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.”

6 rojin ji 9 karkerên ku di bin madena zêren de mane agahî nîne

Back to top button