Rîhan Loqo: Divê em ji bo azadiya Rêber Apo asta têkoşînê bilind bikin

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo derbarê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” axifî. Rihan Loqo bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadan û asta têkoşînê bilindtir bikin.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, ji ANF’ê re axivî.

Rîhan Loqo di despêka axaftina xwe de ev tişt got:

“Ji 10’ê Cotmeha 2023’an ve de bi dirûşmeya ‘ji Abdullah Ocelan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ li asta navnetewî pêngavekî destpê kir.

Ji 74 welatan û ji tevahî cîhanê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, daketin qadan.

Rêber Apo ji bo tevahî gelan, ol, bawerî û nasnameyan paradîgmaya demokrasiyê pêş kêş kir.

Kesekî weke Rêber Apo zêdeyî 25 sal in di bin tecrîdeke girankirî de ye.”

Rîhan Loqo: Çima hêzên navneteweyî li beramberî tecrîtê bêdengin

Rîhan Loqo bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê û wiha got:

“Vê pêngavê daxuyakirin ku felsefeya Rêber Apo ji bo tevahî nasname, bawerî û pêkhateyan e.

Felsefeyeke ji bo azadî û demokrasiya tevahî civakê ye.

Diyar bû ku bi milyonan mirov bi baweriyeke mezin li pey felsefeya Rêber Apo ne, lewma divê ev bêdengî ji holê rabe.

Çima hêzên navneteweyî li beramberî tecrîtê bêdengin.”

Rîhan Loqo: Divê asta têkoşînê bilind bibe

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de bang li jinên azadîxwaz kir û wiha got:

“Ji bo çareserkirina doza Kurd, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêwîst e.

Ji ber ku Rêber Apo jî gotibû, ‘ez ê vê pirsgirêkê di demeke kurt de çareser bikim’.

Ew her tim dixwazin civakê di bin zilm û koledariya xwe de bihêlin, lê ev xeyala wan dê pêk neyê.

Ji ber ev civak bi felsefeya Rêber Apo di tevahî qadên jiyanê de hatiye perwerdekirin û xwedî hêz û baweriyeke mezin e.

Ji bo wê bangawaziya me ji bo her jinekê ew ku em bi hev re dakevin qadên azadiyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta tekoşînê bilind bikin.”

Endamê CPT’ê restellînî ku 3 caran serdana Îmraliyê kir: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Back to top button