TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn bi daxuyaniyek hevpar piştgiriya xwe ji pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ragihandin.
TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn di daxuyaniya xwe de şermezar kir û got:
“Tecrîda li ser Rêber Apo di esasê xwe de tecrîda li ser fikrên siyasî yên azadîxwaz û pêvajoya aştiyê ye.
Tecrîd derqanûnî û êşkence ye.
Bi armanca şikandina tecrîdê ‘Em dest bi pêngava Çand û Hunerê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ dikin”.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wêje, dîrok, muzîk û hunera Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tên înkarkirin û qedexekirin û wiha hate gotin:
“Ev qirkirina çandî ye. Li ser gelê Kurd her cure tundiya mêtingeriyê tê meşandin û polîtîkayên asîmîlasyonê yên bêsînor tên meşandin.
Em vê qirkirina çandî red dikin û ji bo dawî li vê yekê were em têdikoşin.”
TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe ya nivîskî anîn:
“Em weke hunermendên Kurdistanê tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin.
Em ê bi hunera xwe beşdarî çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên lidarxistin bibin.”