Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya kirinên çeteyan li dijî jinan şermezar kir

Li dijî van hovîtiyên çeteyên dewleta Tirk yên li Efrînê, sazî û rêxistinên jinan bihêrsin.
Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa, Tebqa û Minbicê bi daxuyaniyên cuda kiryar û biryarên çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî li ser jinan pêk tînin şermezar kir.
Meclisê bang li tevahî jinên azadîxwaz kirin ku li dijî van kiryaran dengê xwe bilind bikin.

Biryar û kiriyarên çeteyên dewleta Tirk yên li Efrînê bi dijî jinan rastî bertekên tund tên.

Meclisa Kombûna Jinan A Zenûbeya têkildarî cezayên hepsa heta hetayî û darvekirinê yên ji aliyê faşîzma Tirk û çeteyên wê ve li dijî gelê Efrînê yê dagirkirî û bi taybet jina daxuyaniyên cûda dan.

Li Reqayê daxuyanî li pêşiya meclisê hate dayîn.

Di daxuyaniya ku endamên Meclisa Kombûnan Jinên Zenûbiya, Rêxistinên Jinan û saziyên civaka sivîl amade bûn de wihahat gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber rola wan a bi bandor di şer û aştiyê de lîstiye, jinan hedef digire.

Dagirkeriya Tirk bi binpêkirina hemû peyman û qanûnên navneteweyî û mafên mirovan, cezayên darvekirinê yên li dijî jinan di girtîgehên ku bi çeteyên xwe re li herêmên dagirkirî ava kirine rewa dike.”

Li gorî çavkaniyên herêmî hezar û 100 jin ji aliyê çeteyên ve hatine revandin û li girtîgehên cuda hatin bicihkirin.

Di van girtîgehan de tevî destdirêjî û êşkenceyê, her cure danûstandina xerab li wan tê kirin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafê mirovan hate kirin ku kiriyarên li dijî jinan li Efrînê di zûtirîn dem de rawestînin.

Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê jî bi haman armancê daxuyaniyek da û wiha got:

“Kiriyarên ku Tirkiyê û çeteyên xwe li herêmên dagirkirî û bi taybet li dijî jinan dikin, dijhiqûqî ne.

Kombûnê bang li her jineke azadîxwaz kir ku ji bo bidawîkirina van kiryarên bikeve nava tevgerê û dengê xwe bilind bike.

Kongra Star a şaxê Şehba/Efrînê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, kiryarên hovane yên li dijî jinan bi tundî hat şermezarkirin.

Li Efrîna dagirkirî jin rûbirûyî revandin û destdirêjiyê tê

Back to top button