Çavdêriya Sûrî: Ji adara 2011’an ve bêhtirî 380 hezar kes hatine kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku ji Adara 2011an ve li Sûriyê bêhtirî 380 hezar kes hatine kuştin, di nav de 1500 sivîl bi destê dewleta Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest dane.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov derbarê zirarên canî yên ji destpêka aloziya li Sûriyê, anku ji Adara 2011an ve, raporek weşand.

Çavdêriyê diyar kir ku li tevahiya Sûriyê di nav de 115 hezar û 490 sivîl, 380 hezar û 636 kes hatin kuştin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK LI SÛRIYÊ
ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: 993 SIVÎL LI SER DESTÊ DEWLETA TIRK HATINE KUŞTIN

Her wiha Çavdêriyê destnîşan kir ku li Sûriyê, ji Adara 2011an ve di nav de 193 zarok 993 sivîl li ser destê dewleta Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest dane.

Çavdêriyê tekez kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê, bi deh hezaran sivîl koçber û penaber bûne.

Li rex wê jî Çavdêriyê da zanîn ku tenê li ser destê cendirmeyên artêşa dewleta Tirk li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê di nav de zarok û jin, 445 kes hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button