Artêşa Misirê li berava deryaya spî rahênanên leşkerî pêk anîn

Artşêşa Misirê li beravên Deriyaya Spî di nav de bikaranîna balafirên şer KA 52 ên Rûsî, rahênanên leşkerî pêk anî.

Li gorî dîmenên ku Artêşa Misirê belav kirine, artêşa Misirê rahênanên bejahî-deriyayî li berava Deriyaya Spî pêk anî.

Li gorî ku di dîmenan de diyar dibe, yekem car e di rahênanên leşkerî yên li Misirê balfirên şer ên KA 52 yên Rûsî xuya dibin, ku bi navê Timsah tên naskirin.

Heta niha Misirê 40 balafir ji aslê 46 balafiran ji vê cûreyê ji Rûsyayê wergirtine.

Sala 2014an hevpeymaneke leşkerî bi buhayê 3 milyar û nîv Dolar navbera Misir û Rûsyayê de pêk hatibû.

Di nava hevpeymanê de 46 balafirên Mêg 29 heta sala 2020an û 46 balafirên KA 52 tên vehewandin.

Li gorî pisporên leşkerî ev balafir ji baştirîn balafirên şer li cîhanê ne.

Leave a Reply

Back to top button