Di çalakiya Strasbourgê de derbarê êrîşên li ser Kurdistanê nirxandin hat kirin

Wekîlên Parlementoya Ewropayê yên di çalakiya ku li Strasbourgê hate lidarxistin de hatin ba hev, anîn ziman ku azadiya Rêber Apo rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û gotin: “Ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were misogerkirin.
Em ê heya dawiyê piştgiriya têkoşîna gelê Kurd bikin.”

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi pêşengiya nûnertiya Konseya Ewropayê ya DEM Partî û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek hat lidarxistin.

Komeke ku ji wekîlên Parlementoya Ewropayê pêk tên jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser navê saziyê Helena Dersim pêşî mafê axaftinê girt.

Helena Dersim, derbarê êrîşên li ser Kurdistanê û rojeva gelê Kurd nirxandin kir.

Her wiha derbarê pêngava ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji bo azadiya Rêber Apo li gelek deverên cîhanê hat destpêkirin de jî agahî da.

Faîk Yagizay: Saziyên Ewropayê peywira xwe bi cih neanîne

Nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Faîk Yagizay jî diyar kir ku gelek tişt hene ku dostên gelê Kurd û parlamenterên Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo dikarin pêk bînin û got:

“CPT di serdana xwe ya dawî li Tirkiyê de neçûye Îmraliyê.

Saziyeke girêdayî Konseya Ewropayê ku îdîa dike ku ew nûnertiya demokrasî û mafên mirovan dike, naçe Îmraliyê mijarê nîqaşê ye û gelê Kurd wê vê yekê qebûl neke.

Ev 30 meh in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Saziyên Ewropayê peywira xwe bi cih neanîne.”

Wekîlên PE’yê: azadiya Abdullah Ocalan rêya çareseriya demokratîk e

Parlamenterên beşdarî çalakiyê bûn di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku Rêber Apo vîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.

Her wiha parlamenteran anîn ziman ku ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin û gotin:

“Em ê heya dawiyê piştgiriya têkoşîna gelê Kurd bikin.”

Back to top button