Bi boneya 8’ê Adarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo jinên Efgan nameyek şand û got: “Em bê edaletî û zilma Talîban a li ser jinên Efgan tu car qebûl nakin.
Em ê herdem piştgiriya wan bikin.
Li hember her cureyên tundiyê rêya çareserî û azadiyê, têkoşîn û berxwedan e.”
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ ji bo jinên Efxanistanê ku li dijî her cureyên tundiya Talîbanê li ber xwe didin û têdikoşin, nameyek şand.
TAJÊ di destpêka nameya xwe de 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û got:
“Em 8’ê Adarê li jinên têkoşer, berxwedêr û jinên şoreşger ku heya roja îro li hemberî zilma Talîban têdikoşin, serî hildidin pîroz dikin.
Li dijî hişmendiya baviksalarî bi ruhê Clara Zetkîn a sembola 8’ê Adarê, Xwişkên Mîrabel, sembola têkoşînê Sakîna Cansiz û sembola azadiyê Jîna Emînî felsefeya Jin Jiyan Azadî roj bi roj bilintir dibe.”
TAJÊ: Dîroka azadiya jin li benda nivîsandinê ye
TAJÊ diyar kir ku heqîqet ev e ku azadiya jin azadiya civakê ye û wiha pê de çû:
“Ji ber vê sedemê sîstema kapîtalîzmê bi rêbazên cur be cur hewl dide îrade û hêza jin tune bike.
Li hember her cureyên tundiyê rêya çareserî û azadiyê, têkoşîn û berxwedan e.
Herdem çavkaniya hêza me jinan a tekoşînê, yekitiya me ye.
Dîroka koletiya jin nehatiye nivîsandin, dîroka azadiya jin jî li benda nivîsandinê ye.”
TAJÊ: Li cîhanê agirê azadiyê her ku diçe gurtir dibe
TAJÊ anî ziman ku di sedsala 21’emîn de ji Şengal heya Rojavayê Kurdistanê, ji Efxanistan heya Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, li cîhanê agirê azadiyê her ku diçe gurtir dibe û wiha domand:
“Ev yek bi berdêlên giran ava dibe lê azadî bê berdêl nabe.
Herdem di nav tarîtiyê de, heqîqet mîna rojê ye, pergal çi bike jî nikare pêşiya ronahiya wê bigire.”
TAJÊ: Em zilma Talîban a li ser jinên Efxan qebûl nakin
TAJÊ di dawiya nameya xwe de wiha got:
“Em bê edaletî û zilma Talîban a li ser civaka Efxan taybet a li ser jinên Efxan tu car qebûl nakin.
Em têkoşîna jinên Efxan a li dijî Talîbanê, gelek girîng dibînin û silav dikin.
Em ê herdem piştgiriya wan bikin.
Em di têkoşîna we ya ji bo jiyanek bi rûmet û demokratîk, serkeftinên bê dawî dixwazin û em dibêjin an azadî an azadî.”